top of page
  • Hîva Yüce

Qirêjiya Deryayê

Musîlaj, an jî bi navê xwe yê din gilêza deryayê, mînakek qirêjîya derdor e. Û ji sala 1729an ve tê dîtin. Li Deryaya Marmarayê ya Tirkîyeyê ji sala 2021an vir ve bûye pirsgirêkeke mezin. Ji ber germbûna ava deryayê dibe sedem ku bakterî zêde bibin û ji ber vê yekê musîlaj jî derdikeve holê. Dema ku yekemcar li Deryaya Marmarayê musîlaj derket holê, her kes behsa wê kir; aniha musîlaj kêm bûye lê belê bi tevahî ji ortê ranebûye. Dibe ku musîlaja ku li ser rûyê avê niha paqij bûye, lê li cîyên kûr qirêjîya wê hîn jî neçûye û li deryayên din musîlaj hîn jî pirsgirêkek mezin e. Li Tirkîyê ji bo vê problemê çi çareserî dîtin û ev qirêjbûna deryayê dê bibe sedemên kîjan problemên din?


Li Deryaya Marmarayê ji ber ku zêdebûna germahîyê û zêdebûna guherbarîya azot û fosforê ya di ava deryayê de û ji ber ku çopên ku tên avêtin nava deryayê, gilêza deryayê çêbûye. Ji bo vê yekê ji çar alîyên Tirkîyeyê gelek profesor ji bo vê gilêzê çareserîyekê bibînin dest bi lêkolînan kirin.Herî dawîyê “Koruma Eylem Planı” ya ji 22 bendan pêk tê hat amadekirin. Rêbazên curbecur hatin bikaranîn û paşê pirsgirêka gilêzê ji holê rabû. Di vê navberê de hinek şîrketên mezin ji bo ku ava deryayê qirêj nebe di vî warî de gelek tiştên baş kirin. Medyaya civakî jî bû sedem ku gel di vî warî de hişyar bibe. Lê pirsgirêka mezin ew e ku heta wê demê di vî warî de kes tiştekî nekiribû û tu kes ji vê pirsgirêkê ne haydar bû. Gel û hin dezgeh qirêjîya xwe bê navber diavêtin nava deryayê û tew xema kesî jî nîn bû. Dema ku gilêz bi ser rûyê deryayê ket û êdî ev yek bû problemeke mezin, her kes fêm kir ku divê êdî di vî warî de tiştekî bê kirin; heta ku ev gilêz derneket ser rûyê avê qirêjbûna xwezayê ne xema kesî bû.


Heta tiştekî xerab neyê serê mirovan ew fêm nakin. Ji bo ku ew girîngîya vê meseleyê fêm bikin gere xisarekê bibînin? Em dibînin ku hin kes hîn jî bi awayekî berdewamî çopên xwe diavêjin nava deryayê û xwezayê girêj dikin. Heta hin şîrketên ku wê demê li çareserîyekê digerîyan vê paşê ew jî dîsa avên xwe yên gemarî diherikînin nava deryayê. Eger ku bi vî awayî bidome û derya qirêj bibe, di demeke nêz de em ê bi problemên mezin yên musîlajê ve rû bi rû bimînin. Di binê Deryaya Marmarayê de rêjeyeke zêde gaza metanê ya cemidî heye û musîlaja ku ava deryayê germ dike weke gazên metanê yên ku li Antartîkayê dema qeşa dihele û ew gaz ji deryayê ber bi atmosferê ve difûre; Dibe ku gazên di binê deryaya Marmarayê de ne biçizirin nava atmosferê. Jixwe qalikê ku ji ber erdhêjan derizî ye xetereyeke mezin tîne holê. Lê mesele ew e ku her çiqas mirov ji van pirsgirêkan haydar bin jî ne xema wan e û heta ku rewş xirabtir jî nebe tiştekî nakin. Berîya ku ev problem mezin bibe û êdî jê re çare neyê dîtin divê em li çareserîyekê bigerin.


9 views0 comments

Recent Posts

See All
bottom of page